Rêvebirîya Xweser Çiqas Dikare Penaberên Sûrî yên li Libnanê Pêşwazî Bike?
May 07, 2023
Newroz Reşo
Siberoja penaberên Sûrî yên li Libnanê, ev e çend meh in di rojeva wî welatî de ye, loma penaberên li wir dimînin bi tirs û fikarin ku werin dersînor kirin.
Ceylan Îbrahîm 40 salî ye û dayîka 6 zarokan e, bi eslê xwe ji Efrînê ye û ji 11 salan de penaberî Libnanê bûye, ji Dengê Amerîka re rewşa xwe şîrove kir.
"Xanîyê me li Helebê hilweşiye û li Efrînê çekdarên bi ser Tirkîyê ve dest danîne ser mal û milkê malbata me, her roj em dibihîsin li Efrînê çi binpêkirin diqewin, emê çawa vegerin û vegerin kuderê?", Îbrahîm got.
Li gor daneyên fermî yên hikûmeta Libnanê hejmara penaberên Sûrî li cem wan milyonek û 500 hezar kes derbaz dike, anku çaryekê rûniştvanên li Libananê.
Lê Komîserîya Neteweyên Yekbûyî ya Karûbarê Penaberan (UNHCR) dîyar dike ku, tenê 800 hezar penaberên Sûrî li Libnanê li cem wan tomarkirî ne, çimkî ji sala 2015an de Sûrîyên derbaz Libnanê dibin nema weke penaber tên binav kirin.
(H. Y) çalakvaneke mafên mirov ya Sûrî li Libnanê dimîne dîyar kir ku, mijara penaberên Sûrî li Libnanê bûye cihê gengeşe û hevrikîya alîyên sîyasî yên vî welatî, ku Libnan bixwe di krîzeke aborî re derbaz dibe.
(H. Y) got ku: “Piranîya penaberan naxwazin vegerin Sûrîyê, neku tenê jiber sedemên sîyasî yan ewlekarî ku gef heye werin desteser kirin, lê sedemên aborî û civakî jî hene, çimkî li Libnanê NY hin alîkarîyê pêşkêş wan dike, loma ew difkirin eger vegerin Sûrîyê dê çawa bijîn?”.
Xelîl jî penaberekî Kurdê Efrînê ye, temenê wî 23 sal in û ev çend salin li paytexta Libnanê Beyrûtê dimîne, ew ditirse were dersînor kirin û li Sûrîyê were girtin.
"Ez vegerim kudera Sûrîyê dê werim girtin, rejîm min bigire dê min bikşîne leşkerîya neçarî û eger vegreim Efrînê jî çekdar dê min desteser bikin, loma li rêyekê digerim xwe bighînim Ewropa".
Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê ragihandibû ku ew amade ye penaberên Sûrî yên li Libnanê, li herêmên xwe pêşwazî bike û ev yek weke "Erkekî mirovî, exlaqî û niştimanî" binav kiribû.
Li gor daxuyanîyeke Bedran Çiya Kurd hevserokê Ofîsa Têkilîyên Derve di Rêvebirîya Xweser de, wan ji Neteweyên Yekbûyî xwest ku korîdoreke mirovî di navbera Libnan û herêmên Rêvebirîyê de veke, daku penaberên Sûrî yên li Libnanê vegerin.
Derbara ragihandina Rêvebirîya Xweser de, çalakvan Mustefa Ebdî dîyar kir ku, ev helwesteke baş e û dikare bibe çareserî jibo pirsgirêka penaberên Sûrî yên li Libnanê ku nikarin vegerin herêmên jêr kontrola rejîma Sûrî de, lê divê şêwaza pêkanîna vê biryarê were şîrove kirin.
"Jixwe gelek kampên derbideran li herêmên Rêvebirîya Xweser hene, herwiha herêm jêr dorpêçkirina hevbeş ji alîyê Şam û Enqerê ve de ye, ku peydakirina xizmetên bingehîn jibo rûniştvan û derbideran pirsgirêk e, loma pêşwazîkirina penaberan mijareke aloz e û jibo çareserkirina wê pêwîstî bi hewldanên navneteweyî heye", Ebdî got.
Hêjayî gotinê ku li gor daneyên Ofîsa Karûbarên Mirovî di Rêvebirîya Xweser de, 16 kampên fermî li herêmên wan li bakur û rojhilata Sûrîyê hene, ku kêm alîkarî û hawarçûnan NY dighêje wan.
Di nava wê rewşê de,Heysem Heskî, berpirsê peywendî û karîgerîyê di Rêxistina Pêl ya Sivîl de dibnîne ku, însiyatîfa Rêvebirîya Xweser erênî ye.
"Alîyên Sûrî yên din û hêzên herêmî, kerta koçber û penaberên Sûrî jibo berjewendîyên xwe bikar tînin, ku bi armanca guhertina demografîya hin herêman, ew tên bicih kirin".
Herwiha Heskî bi qisawet e ku penaberên nû hîn barê herêmê girantir bike: "Karîna bersivdayînê qels e, jiber ku pêwîstîya wê bi hevrêzkarîyê ligel welatên cîran, NY û alîyên din yên peywendîdar, heye".
Her di vê çarçovayê de Dezgeha Ewlekarîya Giştî ya Libnanê dest bi serjimarîya penaberên S
ûrî kiriye jibo rêxistinkirina vegera wan jibo Sûrîyê.
Ceylan Îbrahîm dibêje ku çiqas rewşa wan li Libnanê ne baş be, lê ji Sûrîyê çêtir e, ku siberoja wan nedîyar e: "Em dixwazin li Ewropa yan welatekî din jinû ve werin bicih kirin, daku bi aramî bijîn û zarokên min karibin fêrbûna xwe temam bikin".
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق
ماهو رأيك ؟