السبت، أبريل 01، 2023

Riya Kobaniyê bi Dar e ...NE Riya kobarê


riya kobaniyê bi dar e
siwaran xware, xwar e
qelenê keçika delal
ser milê min bê bar e

pêşiya malan bi kundir e
şîrîn keçika xidir e
por sor e, zer û kesk e
şîrîn û xemla min e

pêşiya malan bi genim e
va paliyan xime xim e
şirîn xwuşka ferhat e
xilxalan xwuşe xwuş e

pêşiya malan bi kizin e
destê şirîn da bazin e
qelenê keçika ulkiya
sed û pênce bizin e

ez diçûme nav malan
xidir go were malan
şirîne baş û rinde bû
xort mane dest hevalan

dara gundê me bî ye
ser çilo binda sî ye
şirin lê rûniştî ye
didurê kumê sipî ye

ez duçûme ser daran
şirîn hate nav malan
xwesteka şirîna me
ketiye destê nezanan

li xendekê li ber çayê
berf û baranê dayê
bav û dayik soz dan min
li ser sozê xwe nayê

pêşiya malan bi rê ye
şîrîn tev tê ra tê ye
pir çeleng û çav reş bû
tê bidim milk tinê ye

pêşa malan bi xendek e
feqir da destan çek e
şîrîn diçê serê çiyan
gotina xidir nak e

25.4.1977



 


ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

ماهو رأيك ؟

كتاب توثيقي عن انتفاضة 12 آذار 2004

كتاب توثيقي عن انتفاضة 12 آذار 2004 1 و 2